Nameya xwe ya dawî da behsa mirin û tirsê kiribû. Li ser vê mijarê temamî nesekinî be jî tesîra tirs û mirinê atmosfera nameyê diyar kiribû. Navnîşana nameye hê nenivîsî bû serî danî ser kevirê reş. Ev name ji welatê re bû û nivîsa wiya dawî bû. Evîna xwe ya bêhempa re peyvan dida ber hevûdin. Heta roja dawî nivîsên xwe bi zimanê serdestan rêz kiribû. Zimanên ku bazar û elaqeya wî xurt bû nivîsandibû. Ketibû ber bayê serdestan. Bi vê awayî xwe dixapand. Digo qey ez nivîsên xwe bi zimanê serdest binivîsim ew ê rê li ber min vebivin. Rast e rê li ber wê vebibû lê rêyek teng jê re pêşwaziyê dikir. Ev rêya behnteng ji binî teslîmiyetek jê dixwest û hêvî dikir.
Di ber guhê wê da bi pistepist digotin dev ji bingeha xwe berde, li ser koka xwe na li ser guliyên me zîl bide. Tiştê ku ti bi wî re dijî û hebûna te neqiş dike dev jê berde û wek me binivîse. Bi çavên me binêre bi wê awayî rêya xwe xêz bike. Kin û kurtasî tiştên dihatin xwestin redbûna hebûna wê bû. Bi ava wan re ne qederek meşiya bû; wextek dûr û dirêj gavên xwe bi wan re avêt bû. Hin caran bi çepikan û bi berkenên sexte peznên wê didan. Çend wext bi vî awayî ajot. Herkes li cihê xwe rihet bû. Lê her tim di kurahiya hiş û dilê wê da nakokiyên ezabê diqewimî. Hebûna wê jê dizîbûn yan bo bidizîn bêdeng mabû û çavê xwe li aliyê din va zivirandibû. Agirê ku carek di hindir da hatibe pêxistin heta nefesa dawî ew ê ew agir xwe bidena hîskirin. Leystikek dihat leystin, pêşiyê ji vê leystikê û rola ku jê re hatibû dayîn xwe xweş lê germ dikir. Haya wê ji vê leystikê hebû, di destpêke da dil nedixwest behsa ev leystikê bike û li ser sehneyê dihat pêşkêşkirin eşkere bike. Bi hemû wêrekiya xwe; “Ez ê wek Ursulayê bêşans neçim gora xwe ez ê bi zimanê xwe ev nameyê binivîsim.” Ursula gotibû; “xwezî min bi zimanê dayika xwe çend hevok binivîsan da.” Belê nameya xwe bi zimanê xwe nivîsand, çi qas peyvan dida ber hevûdin hevokên ku diafîriyan xweliya ku serdestan li ser rijandibû çeng bi çeng dihat xwarê. Ji wan peyvan dengê welat dihat, peyvên dayika wê bi goşt û hestî dibû û li ber eynikê rû dida. Tiştên ku ava kiribû bi rih û hişê hebûna xwe dixwest hilûhor bike. Dîsa rêhevalê wiye wêjeye Ursula di pirtûka xwe ya bi navê “li ber deriyê dinyayê dans” da wisa banga wê dikir; “helwesta min ne paşvexwazî ye kevneperestî ye tik û tenê wêrankirine”[r.133]. Dixwest wêran bike dixwest tola xwe ji serdestan bistine dixwest nameya xwe ya dawî -di esasê xwe da berhema wê ya sereke- bi zimanê xwe xatir bixwaze û mohra xwe deyne ser maseya pê şikestî û xwar.
Nivîs jê re hem tirs hem jî hebûn bû. Hem mirin û hem jî nefesek bêserûbin hêma dikir. Carcaran xwe ji evîna xwe dûr dixist wek di helbesta Berken Bereh da; “diçim ji vir diçim/bo hêvîya te bikim/bo berîya te bikim/diçim ji vir diçim/diçim ji vir diçim/ma kî heye ji te pê vê/berîya min bike li vir”.
Bo beriya wî bike pişta xwe dizivirand. Bo dîsa bikeve nav ew ên ku jê têkçûnê li wan bigere û êşên xwe di kozikek bêderî da asê bike. Strana Ahmet Kaya bi navê “hûn ji kû va zanin” da dibê ya; “hûn ji kû va zanin ku ez çawa dişewitim”. Belê kes bi şewatên kesî nizane û çawa şewitiye û dişewite. Heta radeyek meriv dikare empatî bike. Heta cihek meriv dikare êş û elem, derd û kul, xweşî û şahîyên ku nay ser ziman fehm bike… Madem rojev mirine. Madem rojev dagirkirina ax û welatan ne. Madem rojev li bin bombaranên balafiran da zar û zêç in. Madem rojev erişên li ser nexweşxaneyan ne. Madem rojev tesîs û kompleksên enerjiyê ye. Madem rojev pîrozbûna jiyana însanê ye. Her tiştî dîdit û baş fehm dikir. Ji bo zar û zêçên kurdan di bin bombaranan da rih ji wan diçû, neheqiyên ku li ser malbata wiya mezin dihat şopandin diqehirî lê tenê qehirandin bi serê xwe ne ti tiştek bû. Wiya baş zanibû. Ew ên ku do li çepikan û peznê wê didan bo êrişên bêwicdan kerr û lal diman. Çima diman kerr û lal? Bersiva ev pirsê hebû li ba wê. Li ser vê meseleya durûyî, di nameya xwe da wisa îfşa û teşîr dikir; “Ne ji niha û pê va do jî îro jî hûn her tim du rûyî bûn. Wicdanên we ew ê her tim qels û riziyayî bimîne. Bo vî jî hûn bi devên xwe bihûştê weynin ti qedr û qiymeta berdêla wî li ba min tineye. Ji sed salî zedêtire ez têm kuştin, sebiyên kurdan bi destên hovan bi hovane tên qetilkirin…”
Di nameya xwe da behtir û tûj nivîsandibû lê ji hestbariya xwe jî tawîz nedabû. Ne xwîn ne jî hêsir dilop dikir ji hevokên wê ji peyvên wê hêrsa hezar salan diniqutî. Li hemberî mirina neheq meriv dikare rabe ser lingan û meriv dikare bi ser kûjerên va here. Çi gotibû gerillayê Latîn Che, ger tu mirov bî sileya ku serdest li ser rûye zarokek bindest çaxê biweşe û tu li ser rûyê xwe hîs bikî tu bûyî însan. Ma te got qey jiyana mirovan ji baxçeya bavê te tê kom kirin. Ma te got qey zarok di baxçeya bavê te da tê çînin. Mirin bi her alî va zor e û qebûl kirina wî ne hêsane. Lê mirinên di navbera erk û îqtîdaran da diqewime zarok, jin, extiyar, ajal, mirovên sîvîl çaxê tên qurbankirin dibe dinya serûbin bive lê nabe her tişt li ser pergela xwe dimeşe û qederek şûnda meriv dielime/hîn dibe. Di nameya xwe da bi peyvên mezin wisa red dikir kuştinên hovane
EZ Ê FÊR NEBIM Û QEBÛL NEKIM
Çaxê behsa ba û payîzê tê kirin bêguman Generalê Payîzê deriyê meriv dixe. Ka çend riste em jê bixweynin; “Ez rêwiyek bûm û/ewrek negiriya bi ser bejna min de..”[r.47]. Mirin kom dibe û vediguhere hejmaran. Kes tine li ser sebiyan têra dilê xwe hestiran bibarînê yan jî êdî hestirên çavên nay xwarê… Çaxê behsa mirinê dibe şaîr û nivîskar Allan Poe tê bîra meriv. Mirin û tirsa Poe ne wek xwedî nameye bû. Mirin jî ji hevûdin cuda dibin? Erê ji hev bi her awayî dûr dikevin. Mirina nivîskarek bindest û serdest heta ku tu bêjî ji hev dûr in. Mirina bindest ne mirinek wisa bi rihetî û tenê ne oxirkirinek xemgîn e. Hîsa ku xwe pê re dipêçandibû di berhema Îrfan Amîda bi navê “derî vekirî bihêlin wê hechecîk vegerin” da derbas dibû; “belkî jî loma vegeriyam vir”[r.98].
Belkî leystika ku dihat leystin rola ku jê dixwestin piştî wextek ne li ser rihê wê ne jî li ser bedena wê dirûnişt. Pêşiyê kirasê ku jê re dirûtibûn tê da behnteng bûna jî, ji şerm û tirse wiya nedîanî ser ziman. Fedî dikir wek fedî kirina hezkiriyên ewil û ê welat bû. Di romana Hisên Kemal bi navê “Term” da wek fedîkirina Îso bû ku ji hezkiriya xwe re cara ewil digot; “Wey li minê! Bila ez bimirima dergestîyê min…”, didomîne nivîskar; “cara yekem Binefşê digot, ‘dergistîyê min’[r.137]”.
Ger vegeriya rojên xwe ye ewil û bi vê baweriya xwe tevbigeriya ew ê kiras û rola ku jê re rewa dîtine ew ê bikira bin lingên xwe. Di Diwana seyda Tîrêj da helbesta “şev û roj” da ev du riste/beyt salên ku li pişt xwe hiştibû dida îfade kirin; “Ez bi nalîn û fixan im bê seman im şev û roj/Min bi zarotî evînî bo xwe kir armanc û kar”[r.169].
Destpêka wê dawiya jiyana wê bû. Nalîn û fixan hêma dikir. Ez ê peyder peyder li ser nameya wê biseknim û ev xwendina ewil mirin û tirsê bo min hêma dikir. Çend mehan carek ez ê li ser nameya wiya dirêj biseknim. Nameya wê di destê min da nîn e di hiş û dilê min daye. Di cihek nameyê da ji helbestkar Şerko bi navê “peyamek ne lezgîn e û ne jî helbest e” da binî çar risteyan xêz kiribû; “siltan mir/kevir nemir/şûr mir/ba nemir”[r.218]. Ba û kevir namirin lê siltan û şûrê wî têqez ew ê bimrin. Do miriyan ew ê îro jî bimrin. Zimanê me bayê kevir e û ew ê qet ji nava me bar neke û neçe. Di vê şerê dirêj da teqez serbikevin mînak: nameya ku hatiye nivîsandin.